• Saturday, 14 February 2026
logo

HDP daxwaza lêkolîna pêvajoya çareseriyê dikin

HDP daxwaza lêkolîna pêvajoya çareseriyê dikin

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê bi mebesta ku der barê pêvajoya çareseriyê de polîtîkayên hikûmetê yên bi pirsgirêk bên kifşkirin, li ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan lêkolîn bên kirin û astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê bê rakirin, xwest ku lêkolîna parlemanê bê kirin.

Cîgirserokê Koma HDPê û Parlementerê Çewlîkê, Îdris Baluken û parlementerên HDPê pêşnûma îmze kirin û radestî serokatiya parlemanê kirin.

Ji bo hinceta pêşnûmayê weha hat gotin: "Komeleya mafên mirovan ji bo ku pêvajoya aştiyê bi awayekî serkeftî bi dawî bibe, ji destpêka pêvajoyê vir ve ked dide. Komeleyê ji bo vê jî raporeke bi navê 'Komîsyona Şopandina Paşvekişînê' amade kir.

Di raporê de tê gotin ku di nav salekê de biryara çêkirina 341 qereqolan hat dayîn, li ber sînor 11 bendavên ewlehiyê hatin çêkirin, li seranserê xeta sînor 820 kîlomêtro rêya ewlehiyê hat çêkirin û 2 hezar qoriciyên nû hatin hildan.

Ji sala destpêka paşvekişînê ve îhaleya 341 qereqolan hat dayîn û ji van 102 qereqol hat çêkirin û xebatên 143 qereqolan jî dewam dikin. Ji bilî 11 bendavên ku li ber sînor hatin çêkirin, di Geliyê Mûnzûrê de 4 bendavên ewlehiyê hat çêkirin û li navçeya Çemîşgezekê, li Alîbogazê û li ser Çemê Botanê ya Sêrtê çêkirina bendavan didomin.

Ji bilî van li Çelebiyê, li bajarên (Şirnex, Wan, Bilîs, Sêrt, Çewlik û Mûşê) û navçeyên wan jî 2 hezar qoricî hatine damezrandin.

Li dawiya raporê de hatiye ku, çêkirina bendav û rêyên ewlehiyê û hildana qoriciyan li dijî pêvajoya aştiyê ye. Heke ev pêvajo xerab bibe, hemû gelên me dê zirarê bibîne.

Jêder: AA
Xendan
Top