• Saturday, 14 February 2026
logo

Di bûyera Somayê de 201 karkeran canê xwe ji dest dan

Di bûyera Somayê de 201 karkeran canê xwe ji dest dan
Li navçeya Somayê ya Manîsa, di encama hilweşîn û agirê ji ber teqîna trafo li kana komirê de rû da, herî kêm 201 karkerên kanê canê xwe ji dest dan. Tê gotin ku hê bi sedan karker di hundirê kanê de asê man e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Somayê, di teqîna trafo ya li kana komirê ya kargeheke taybet de, hejmara karkerên canê xwe ji dest dan derket 201 kesan. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz destê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku di bûyerê de 4 jê giran 80 karkerên kanê birîndar bûne û 363 karker jî hatine rizgarkirin. Yildiz ragihand ku di dema teqînê de 787 karker di hundirê kanê de bûn.

Derheqê pirsên li ser sedema bûyerê deWezîr Yildiz diyar kir ku wê 3 heyetên cuda lêpirsînê bimeşînin û got: ’Lêpirsînên adlî û îdarî ne rojeva vê şevê ne. Di rojeva me de tenê tiştek heye. Bi ekîbên xwe yên rizgarkirinê yên zêdeyî 400 kesî re em li ser rizgarkirina hevalên xwe yên karker difikirin. Weke Wezîrê Enerjiyê yek ji zehmettirîn wezîfeya xwe dikim. Bi fikara ku pirsgirêkên me mezin bibe, vê yekê parve dikim.’

Derbarê teşhîsa karkerên kanê yên canhe xwe ji dest dane de Yildiz got ku grîzû yan jî derb nîne û got: ’Şewat nîne. Hevalên me yên karker ji ber jehrîbûna ji karbonmonoksîtê şehîd bûn. Me ew rakirin nexweşxaneyan û hinek morgan.’

Hêviya ji bo rizgarkirina karkerên li kanê asê mane, hêdî hêdî kêm dibe. Ekîbên rizgarkirinê hewa paqij dişînin nava kana xetimî. Rayedarên sendîkayê ragehandin ku karkerên li kanê xwedî maskeya gazê ne, lê belê ev maske heta demekê dikare îdare bike û destnîşan dikin ku bi derbasbûna demê re hêviya bi saxî derxistina karkerên li nava kanê, kêm dibin. Ekîbên rizgarkirinê dan zanîn ku dirêjahiya kanê 3,5 kîlometre ye, lewma xwegihandina karkeran hinekî wê dewam bike.

Cesedên kesên di teqînê de canê xwe ji dest dane, li depoya ragirtina petêxên li navçeya Kirkagaçê hatin bicihkirin. Li gel vê depoya hewa sar herwiha du TIR’ên ji sîstema hewa sar hatin şandin. Li depoya hewa sar, ku bi dehan ambûlansên cenazeyan dibin û tînin diçinê, ji Îzmîr, Manîsa, bajar û navçeyên derdorê gelek dozger tespîta nasnameyan û lêkolînan dikin. Hinek ji malbatên karkerên kanê çûn depoya hewa sar.

Serokê Sendîkaya Genel Maden-Îş a ser bi DÎSK’ê Tayfûn Gorgun jî bibîr xist ku ev der kaneke hatiye taybetîkirin û anî ziman ku herêma Eynez herêmeke bi metan e lewma divê gelekî hay jê hebe. Gorgun îddîa kir ku di dema dawî de kontrolên Wezareta Kar qels bûne û ragihand ku qezayên bi vî rengî her rû dane. Gorgun diyar kir ku xebitandina karkerên taşeron zêde bûye, hejmara karkerên sendîkayî kêm bûne, ji ber vê yekê zexteke giran a hilberînê hem li ser endezyaran hem jî li ser karkeran heye û got; ’Ji ber ku sendîkabûyîn qels bûye, kontrola sendîkayî ya li ser van zextên hilberînê jî ne minkûn e.’

Hêjayê gotinê ye ji sala 1941’ê û vir ve di qezayên kana komirê û kanên din ên li gelek herêmên Tirkiyê de, ku piraniya wan ji ber teqîna grîzû, hilweşîna kanê û derketina agir rû dane, zêdeyî 3 hezar karkeran canê xwe ji dest dane. Di van qezayan de zêdeyî 100 hezar mirov jî birîndar bûne.

Basnews
Top