Fransa: Esed 14 caran kîmyayî bikar aniye
Laurent Fabius ku niha bi serdanekê li Amerîka ye, da zanîn ku belge di destê wan de hene û piştrast dikin ku rejîma Sûriyê ji dawiya sala borî ve 14 caran çekên kîmyayî li dijî welatiyan bikar anîne.
Fabius got: “Niha şahid û belge li cem me hene ku ji mijdara sala borî ve Esed herî kêm 14 caran çekên kîmyayî, bi taybetî gaza klor li dijî welatiyan bikar anîye. Niha ji sedî 92 a cebilxaneya kîmyayî ya Sûriyê ji aliyê Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmyay îve hatiye jinvbirin, lê hin amaje hene dihêlin ku em guman bikin ji wêya hê rêjeyeke baş ji çekên kîmyayî di dest rejîmê de mane.”
Hevdem Rêxitsna Lêborîna Navdewletî (HRW), duh sêşemê, di raposrtekê de piştrast kir ku rejîma Sûriyê di meha borî de 3 êrîş bi gaza llor li ser 3 bajaran kiriye.
Basnews
