Dadgeha Ewropî biqasî 124 milyon dolar Tikriyê ceza da
Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan ragihandiye ku derbasbûna 40 sal bi ser êrîşa Tikriyê li ser Cyprus, berpirsiyariya Tikriyê li ser wê bûyerê kêm nake, lewma dadgehê biryar da ku Tirkiyê malbatên qurbaniyan qerebû bike.
Bi sedema êrîşa Artêşa Tikriyê bo ser Cyprus, zirarên mezin gihan wê naveçyê û piştire bi sedema wê êrîşê Cyprus hat parçekirin.
Berî niha jî hikûmeta Tikriyê ragihandibû ku ew dê pêgirî birayara Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan bibe.
Ev biryara dadgehê jî piştî 20 salan ji pêşkêşkirina doseyekê ji aliyê hikûmeta Cyprusê ve tê.
Di sala 1974an de, Artêşa Tikriyê êrîş kir li ser Cyprusê û piştî wê êrîşî Cyprus bû du parçe, başûrê Cyprusê ligel Yunanistanê ma û civbaka navdewleyî îtiraf pê kir û bakurê Cyprus ligel Tirkiyê ma û ew jî ji bilî Tikriyê ti welatekî din îtiraf pê nekiriye.
Rûdaw
