Barzanî: Leyla Qasim sembola canfedayiya jinên Kurd e
Barzanî di peyama xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye wiha dibêje: ‘’Leyla Qasim sembola canfedayî, bawerî bixwebûn û niştimanperweriya jinên Kurd e û cihê şanaziya hemû gelê Kurd e. Divê heta hetayê neyê jibîr kirin û zindî bimîne.’‘
Di peyama Barzanî de wiha tê gotin: ‘’Leyla nîşaneya bilindiya gelê xwe ye, ew hewqasî bilind e her di dema mirinê de jî serê celadên xwe di jêr pêlava xwe de dît. Wê efûya dijminan nexwest.’‘
Barzanî balê dikşîne ser peyameke Leyla Qasim di dema darvekirinê de û wiha dibêje: ‘’Leyla bersiv da bikujên xwe û got: ‘’Ez beşek im ji şoreşa gelê xwe û ez bi şeref ber bi benê sêdarê diçim, divê gelê min, min efû bike ne ku neyarên gelê min.’‘
Peyama Barzanî wiha bidawî dibe: ‘’Jiyan û mirina Leyla ders e bo hemû ferdekî Kurd. Piştî şehîdbûna wê bi hezaran dayîkên Kurd navê wê li zarokên xwe kirin. Biranîna vê şehîda qehreman bilind û pîroz be.’‘
Leyla Qasim, sala 1952’ê li gundê Bamîlî yê ser bi bajarê Xaneqîn ji dayîk bûye. Sala 1971’ê li beşa civaknasî ya fakulteya edebiyatê ya Zanîngeha Bexdayê hatiye wergirtin. Ji ber çalakî û xebatên wê ji aliyê rejîma berê ya İraqê ve tê girtin û piştre ew û hevalên wê li dadgehekê tên dadgehkirin û biryara darvekirina wan hat derxistin. Hê du hefte di ser girtina wan re derbas nebûbûn, saet 7’ê sibeha roja 12.05.1974’ê Leyla Qasim û her çar hevalên wê hatin darvekirin.
BasNews
