• Saturday, 14 February 2026
logo

YNK û PDKê li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hev kirin

YNK û PDKê li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hev kirin
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hev kirin.

Encumena Serkirdetiya YNKê, îro li ser beşdariya YNKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de her wiha pêkanîna hikûmeta Iraqê û hinek mijarên din li bajarê Silêmaniyê civiya.

Piştî civînê, kargêrê polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan, ragihand, YNKê biryar daye beşdarî hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bibe.

Li gorî malpera fermî ya YNKê, di civînê de biryar hatiye dayîn ku şanda pêkanîna hikûmeta YNKê dikare li ser çawaniya beşdariya YNKê di hikûmetê de bi PDKê re danûstandinan bike.

Ji aliyekî din, berpirsekî YNKê li ser wezareta navxwe ku YNKê rijd bû li ser wergirtina wê, ji Rûdawê re got, PDK û YNK li ser wezareta navxwe li hev kirine û li gorî wê yekê, wezareta navxwe dê du salan bibe ya YNKê û du salan jî bibe ya PDKê.

Li ser postên Parlamentoya Kurdistanê jî, endama serokatiya YNKê Nermîn Osman ji Rûdawê re got, cîgirê serokê parlamentoyê dê ji nav YNKê were destnîşankirin.

Hat zanîn, naveroka civîna îro ya encumena serkirdetiya YNKê îşev were eşkerekirin.

Rûdaw
Top