• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Divê aliyên Kurdî komisyonekê pêk bînin’

‘Divê aliyên Kurdî komisyonekê pêk bînin’
Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman tekez kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî birîna budceya Herêma Kurdistanê, divê di hikûmet û parlamentoya dahatû ya İraqê de, Kurd yek deng û yekhelwêst bin.

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de Dr. Mehmûd Osman ji medyayê re axifî û got: ‘’Ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, Kurd divê yekdeng bin, hemû alî bi hev re rûnin û ji bo karkirina li Bexdayê planekê deynin, wek desteyeke yekgirtî gotûbêjan ligel aliyên din ên İraqê bikin.’‘

Osman wiha axifî: ‘’Pêwist e aliyên Kurdî li hikûmet û parlamentoya dahatû ya İraqê bi hev re daxwaza cîbicîhkirina destûr, mijara şirîkatiyê û çareserkirina pirsa petrol, gaz û meaşê pheşmergeyan bikin.’‘

Dr. Mehmûd Osman axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ez wiha baş dibînim ku hevşêweyê komisyona hilbijartinan, hemû aliyên Kurdî, komisyoneke taybet bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê pêk bînin, bi cidî kar bo çareserkirina arîşeyan û çêkirina hevahengiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.’‘

BasNews
Top