• Saturday, 14 February 2026
logo

Ahmed: Seredavên hûr û giring li ser kiryara terorsîrya Xaneqînê bi dest ketine

Ahmed: Seredavên hûr û giring li ser kiryara terorsîrya Xaneqînê bi dest ketine
Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, 10ê gulanê 2014ê serdana bajarê Xaneqînê kir û hevxemî û sersaxiyên hikûmeta herêma Kurdistanê gihandin malbatên şehîdên kiryara terorîstî ku, di dema kampaniyaya hilbijartinan de di meha nîsana borî de li ber avahiya melbendê YNKê li bajarê Xaneqînê qewmî bû û hêviya çakbûneke bilez ji bo birîndarên wê kiryara terorîstî xwest:

- Terorîst dixwaz in bi van kiryarên xwe yên reş û nemirovane kurdistanîbûna Xaneqînê ji holê rakin. Her çiqas ew kiryara terorîstî karesatek mezin bû, lê di dîroka miletê me de karesatên mezintir bi ser gelê Kurdistanê de hatine. Kiryarên bi vî awayî me li ser xebatkirinê sar nakin lê belê ew, ji bona bidestveanîna mafên rewayên gelê kurd zêdetir me gerim dikin. Roja dengdanê xelkê Xaneqînê heyva xwe hiland û ji bo hemû aliyan îspat kir ku, Xaneqîn beşeke ji Kurdistanê ye û vê serkeftinê beşek ji birînên me çak kirin.

Di bersiva pirsên rojnamevanan de, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, seredavên hûr û giring li ser encamderên wê kiryara terorsîrî bi dest wan ketine û çend kesek jê hatine girtin û îtîraf bi encamdana wê kiryara terorsîtiya bajarê Xaneqînê kirine.

Krg.org
Top