Serokê Rêxistina MAF ji aliyê asayîşa PYD’ê ve hat girtin
Di vê derbarê de çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike ji BasNewsê re got ku Asayîşa PYD’ê roja înê saet 11’ê şevê Serokê Rêxistina MAF a mafên mirovan Mihemed Xelîl li mala wî girtine, bêyî ku sedemên girtina wî eşkere bikin.
Hêjayê gotinê ye rêxistina mafê mirovan MAF, di sala 2004’ê de hatiye damezrandin, herwiha armanca wê ya serekî jî belav kirina kultura mafê mirov û tomarkirina rewşên ku li dijî mafên hevwelatiyên Sûriyê tên bi kar anîn e li Sûriyê û derveyî wê.
Heta niha asayîşa PYD’ê di vê derbarê de tu agahî nedane ka gelo ji aliyê wan ve hatiye girtin an na, lê heman çavkaniyê tekez kir Mihemed Xelîl ji aliyê asayîşa PYD’ê ve hatiye girtin.
BasNews
