• Saturday, 14 February 2026
logo

Malbatên girtiyên li Mûsilê bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin

Malbatên girtiyên li Mûsilê bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin
Ev 9 rojin 27 ciwan û xortên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber dijwariya jiyanê derbasî Iraqê bûne, li cem hêzeke Artêşa Iraqê li bajarê Mûsilê girtî ne, malbatên wan bang li serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi hawara kurên wan ve biçin.

Her 27 kesên ku çend xwendekarên zanîngehê jî di nav wan de hene, roja 3yê nîsanê ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê, lê ew li navçeyên Kurdan ên ku li derveyî desthilatdariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ji aliyê hêzeke ser bi fîrqeya 2 ya Artêşa Iraqê ve hatin girtin û ji wê rojê de di zindana el-Kindî de ya li bajarê Mûsilê girtî ne.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ew 27 ciwan ji ber rewşa aborî ya xirab a Rojava û ji bo ku kar bikin û alîkariya malbatên xwe yên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn, bikin, hatine Başûrê Kurdistanê.

Malbatên wan ji Rûdawê re dibêjin ku berpirsên Atêşa Iraqê kurên wan bi “endamtiya di grûpên tundrew” de tometbar kirine û ewê roja 14ê vê mehê wan bidin dadgehê û wê demê dadgeh wê biryarê li ser çarenivîsa wan bide.

Çavkaniyên ji aliyên kurdî li Mûsilê ji Rûdawê re gotine ku “îstixbaratên Mûsilê dibêjin her 27 xortan ji hêzên artêşa Iraqê xwestine ku wan vegerînin ser sînor ji bo ku car din derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin”, lê ji ber têkiliya di navbera rêveberiya parêzgeha Mûsilê û Artêşa Iraqê de ne başe, kes nikare van zaniyariyan piştrast bike yan jî zaniyariyên hûr li ser çarenivîsa wan xortan bi dest bixe.

Malbatên her 27 girtiyên Kurd bang li serokatiya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî dike ku bi hawara kurên wan ve biçin û wan ji zindana artêşa Iraqê li Mûsilê azad bikin, ji ber ku kurên wan penaberin û ji bo debara jiyana malbatên xwe hatina Başûrê Kurdistanê.

Rûdaw
Top