• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî biryar da fewceke pêşmerge li Şingalê bê avakirin

Nêçîrvan Barzanî biryar da fewceke pêşmerge li Şingalê bê avakirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro yekşemê biryar da ku fewceke pêşmerge ji bo parastina qeza Şingalê ji gefên terorîstan were avakirin.

Parlamentera Kurd a di Parlamentoya Iraqê de Viyan Dexîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro ew ligel şandeke devera Şingalê serdana serokwezîr Barzanî kirin û di hevdîtinekê de behsa rewşa Şingalê kirin.

Viyan Dexîl aşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî biryar da ku fewceke hêzên pêşmerge ji bo parastina xelkê Şingalê bê avakirin. Herwiha got ku ew fewc wê ji 600 pêşmergeyan pêk were.

Li gor zaniyariyên Rûdawê, zêdetirî 4 hezar malbatên Kurdên Êzdî ku karê çandiniyê li bajarokê Rebîhe dikirin, ji ber gefa grûpên çekdarên tundrew reviyane û vegeriyane Şingalê.

Ew malbat piştî wê yekê reviyan ku 6 xortên Êzdî berî çend rojan ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Rûdaw
Top