‘Çawa çêdibe PDK li derve piraniya dengan bidest bixe?’
Şanaz Îbrahîm Ehmed di gotarekê de bi navê ‘Suphanella’ ku îna borî di rojnameya Kurdistanî Nwê de belav kiriye, wiha nivîsiye; ‘’Kes qala sedema mana wan dengên zêde yê PDK’ê nake di demekê de ku li ba hemû aliyekî eşkere ye û hevdem hevpeymanî jî ligel PDK’ê dibe sedema kêmbûna dengên hizbê, evna ji xeynî wêya piraniya daniştvanên herêmê ji Zaxo heta bi Hemrînê dibêjin ku ji kar, biryar, desthilat û şêwazê desthilatdariyê PDK’ê nerazîne.’‘
Şanaz Îbrahîm piştre dipirse ‘’Ewna kî ne ku deng didinê?’‘ û ew bi xwe bersiva pirsê dide û dibêje: ’‘Li Kurdistanê xelk dengê xwe didin kesên ne xoşewîst. Ji ber li herêma me bûyer û pêşhatên ecêb û xerîb zêde ne û hemû tiştek çaverêkirî û normal e!! Loma çêdibe ku kesên ne xoşewîst di hilbijartinê de dengê yekem bidest bixin!!.’‘
Şanaz Îbrahîm, subhanella û ecêbmayîna xwe eşkere dike ka ji bo çiye û wiha pêde diçe: ‘’Tişta ku bûye cihê matmayîna hemû Kurdên derve ew e ku PDK li derve piraniya dengan bidest bixe. Normal e YNK li Kurdistanê deng neyîne, ji ber temayî û çavnebarbûna hinek serkirdeyên YNK’ê derz xistin nav wê hêzê û Tevgera Goran jê çêkirin û bi vêna jî provakasyon, şer û nakokî xistin nav malên me li derve. Li derve awayekî din e, tişta vê carê YNK û Tevgera Goran şikand PDK bû. PDK hîç wextekî ne hêzek bû ku kesek ji me hesab jêre bike, raste li hinek welat hejmareke zêde kêm alîgirên wan hebûn lê belê çawa bi wê hejmara kêm bûn xwediyê nêzîka 8 hezar deng û bûn piranî li wan welatan jî ku kesekî wan lê nebû? Divê kesên pispor bersiva vê pirsyarê bidin.’‘
PDK’ê jî bersiva Şanaz Îbrahîm Ehmed da û got: ‘’Eger li ba Şanaz pirsyar be ka çima serokê komisyona hilbijartinan herdem PDK’yî ye, ku tiştekî xwezayî û bi dengê parlamentoyê bûye, baş e çima napirse bo herdem serokê desteya komisyonê li herêmê YNK’yî ye?.’‘ PDK’ê îro bi rêya rojnameya Hewlêr û bi navnîşanê ‘’Bo Maşelleha Şanaz’‘ bersiv da û her di manşetê de wiha tê gotin: ’‘Tu şîniyê bo serkeftina PDK’ê dikî yan feşelbûna xwe?.’‘
Di gotarekê de ku Kawe Mîran wek bersiv nivîsiye, wiha tê gotin: ‘’Dengên YNK’ê kêm bûne, bi vêna jî divê Şanaz bi xwe berpirsyariyê qebûl bike, lê Şanaz dixwaze vê berpirsyariyê ji stoyê xwe derxîne û şikestina xwe bixe stoyê şaneyên YNK’ê. Herwiha derbarê zêdebûna dengan de divê maşelleha Şanaz bo hizba wê bi xwe be û pisporan ji gerestêrkên din bişîne bo zanîna ecêb a vê zêdebûnê.’‘
BasNews
