4 Êzdî ji aliyê DAÎŞê ve li Neynewayê hatin kuştin
Herçar kes ligel 4 jin û şofêrê otombîlê, li gundê Keran rasî êrîşa grûpeke çekdarên DAÎŞê hatin û ew her çar kes hatin kuştin, lê jin û şofêr rizgar bûn.
Ew her çar kes ji navçeya Xanîsora Şingalê ne ku aliyên siyasî li wê herêmê hertim hişyariyê didin xelkê uo berê xwe nedin navçeya Rebîha ji ber ku DAÎŞ li wir çalak bûye.
Lê, xelkê devera Şingalê dibêjin ew ji neçarî berê xwe didin Rebîha daku li nav bax û bexçeyên wê kar bikin û debara jiyana xwe pê peyda bikin.
Rûdaw
