Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal kir
Li hevdîtinê de pêvajoya siyasî û emnî ya Iraqê xistin ber behs û guftûgoyê û hilbijartinên 30 nîsana derbasbûyî û encam û bandorên wê hate nirxandin.
Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser ewe hevrebûn ku piştî ragihandina fermî ya encama hilbijartinê ji aliyê komîsyona hilbijartinan ve, bi navê çareserkirina kêşeyan û rizgarkirina Iraq ji qeyrana siyasî guftûgo û danustandinên di navbera aliyên siyasiyên Iraqê dest pê bike.
