Amerîka çekan dide Tevgera Hezm li Sûriyê
Tevger ji 22 yekîneyên cuda cuda pêk tê. Ji van yekîneyan ên sereke ev in: Yekîneyên Faruq, Firqa 9’an a hêzên taybet, lîwa al-Îman, yekîneyên Ebî al-Haris, Lîwa Ehbab Allah, Hêzên Sewt al-Heq û yekîneyên Ebî Es’ed al-Nemir.
Ev tevger di destpêka vê salê de hat avakirin û serokê wê yê leşkerî Abdullah Ewde, yê weke Abu ziyad tê naskirin e. Lê belê yê serokatiya mekteba siyasî dike Hemze al-Şîmalî ye (Ebu Haşim).
Tê ragihandin ku tevger di warê leşkerî de gellek baş hatiye avakirin û nêzîkbûnên wê li ser kêşeya leşkerî pîşeyî ye.
Tevger bigiranî li ser du qadan tevdigere: herêma bakûr a ku ji wîlayetên Heleb, Hema û Îdlibê pêk tê û herêma başûr a ji wîlayetên Hims, gundewarên Şamê, bajarê Şamê û wîlayeta Deraayê pêk tê.
Serkêşiya herêma Bakûr mûlazim Murşid Xalid, Ebu al-Mu’tesim, dike û ya başûr Mihemed Dihêk, Ebu Hatim, dike. Her yek ji wan hêzên di bin destê xwe de îdare dike û bi aliyê din re jî tam bi aheng e.
Şirovegerên siyasî û lêkolînvanên hêzên li ser erdê dişopînin dibêjin ku tevger xwedî nêrînên Îlmanî ye (jihevcudakirina dewlet û olê) û ta niha bawermendiyên xwe zelal diyar nekiriye. Bêguman artêşeke ku hewil dide bibe artêşa netewî nabe leşkerên wê nêrînên xwe yên olî an jî yên siyasî belav bikin.
Xaleke din a balkêş di vê tevgerê de ew e ku çalakiyan ji bo Youtube û Facebookê nake. Giraniya xwe dide bêhalkirina artêşa rêjîmê û di warê leşkerî de pir bi rêkûpêk dixebite. Di destê wê de çek û cebilxaneyek mezin peyda dibin û baş wan bikar tîne. Tê gotin ku gellek ji leşkerên wê xweş hatine perwerdekirin û tevger, bi xwe, berendam e ji bo girtina çêkên weke moşekên li hember balefiran.
Ji xwe armanca serdana şandeya Îtîlafa Netewî ya Sûriyê bi serokatiya Ahmed el-Jerba ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwazkirin û wergirtina moşekên li hember balefiran e.
Kesên ku vê tevgerê ji nêzîk ve dişopînin dibêjin ku hejmara şervanên wê derdorî 15.000’an e û li seranserî Sûriyê belav in.
Skykurd
