• Saturday, 14 February 2026
logo

“Ocalan û Tirkiyê derbarê xweseriya demokratîk de li hev kirin”

“Ocalan û Tirkiyê derbarê xweseriya demokratîk de li hev kirin”
Seroka koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan aşkere kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û hikûmeta Tirkiyê li ser 2 xalan li hev kirine. Lê HDPê di daxuyaniyekê de ev yek red kir.

Buldan di hevpeyvîneke rojnameya Milliyet a tirkî de got ku “vê dawiyê 2 civîn di navbera Ocalan û hikûmeta Tirkiyê de hatin lidarxistin û tê de li ser yasayên xweseriya demokratîk û civaka sivîl a demokrat li hev kirin”.

Buldan behsa hevdîtina xwe ya vê dawiyê ya bi Ocalan re kir û got ku “wê ti carî Ocalan wiha bi keyf û dilxweş nedîtibû ku li ser pêvajoyê israr dike”.

Bi gotina Buldan, piştî hilbijartinên herêmî yên 30ê adara 2014an, şanda hikûmeta Tirkiyê 2 caran ligel Ocalan civiya ye.

Buldan di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku şanda HPDê xwestiye ligel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay, wezîrê dadê Bekir Bozdag û wezîrê navxwe Efkan Ala bicive û eger berisv erênî be wê civîn di dawiya heftiya bê de pêk were.

Pervin Buldan derbarê hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re got “hin caran hevdîtinên me bi Ocalan re gelek bi dilgiranî derbas dibin, lê bi rastî hevdîtina me ya vê dawiyê gelek erênî bû, dema Ocalan keyfxweş be hevdîtinên me gelek erênî pêk tên, dibe ku her du civînên wî yên vê dawiyê ligel dewletê wiha erênî bûn”.

Seroka koma HDPê bal kişand ku Ocalan berî niha dixwest pêvajo û hevdîtin têkeve çaroçeyeke qanûnî û gelekî ji bo avakirina komîsyona lêkolînên derbarê rastiyan de hewl dan.

Buldan got ku Ocalan vê carê behsa 2 yasayan kir û got ku pirsgirêka Kurd di rêya van du yasayan re tê çareserkirin.

HDPê derbarê vê yekê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku “Pervin Buldan di hevpeyvîna xwe ya ligel Millyetê de negotiye Ocalan û hikûmeta Tirkiyê li hev kirine, lê behsa wê yekê kiriye ku civînên di navbera wan de berdewam in”.

Rûdaw
Top