• Saturday, 14 February 2026
logo

Du çalakvanên Kurd ji aliyê PYD’ê ve hatin berdan

Du çalakvanên Kurd ji aliyê PYD’ê ve hatin berdan
Piştî zêdeyî mehekê di ser girtina her du çalakvanên Kurd ên ser bi Tevgera Ciwanên Kurd re derbas bûn, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatin berdan.

Bi beyannameyeke Tevgera Ciwanên Kurd de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘‘Asayîşê PYD’ê her du bira Ednan û Xurşîd Îsmaîl Remo ku ji bajarê Tirbespiyê ne û berî mehekê bi tohmeta hinek alîgirên rêxistina DAÎŞ’ê girtibûn, azad kirin.‘‘

Beyanname wiha berdewam dike: ‘‘Asayîşa PYD’ê her du endamên Tevgera Ciwanên Kurd bi tohmetên bêserûber û dûrî mantiq û hemû baweriyan girtibûn, ew her du çalakvan ligel bi çendîn ciwanên din hatibûn girtin lê tenê ew her du li ba wan mabûn û neha hatin berdan.’‘

Hêjayê gotinê ye gelek rêxistinên civakî û komeleyên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê û derve, Asayîşa PYD’ê bi wê yekê tohmetbar dikin ku mafê mirovan bin pê dikin, bi awayekî berbelav çalakvanan digrinû girtiyên di zindanên PYD’ê de rûbirûyê êşkenceyan dibin.

BasNews
Top