• Saturday, 14 February 2026
logo

Brîtanya siyaseta xwe ya ligel Kurdistanê gotûbêj kir

Brîtanya siyaseta xwe ya ligel Kurdistanê gotûbêj kir
Parlamentoya Brîtanya doh siyaseta xwe ya li himberî Herêma Kurdistanê û peywendiyên xwe yên ligel nemaze yên di warê aborî de gotûbêj kir.

Li gor beyannameya Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Brîtanya, parlamentoya wî welatî di du civînên cuda de siyaseta hikûmeta Brîtanya li himber Herêma Kurdistanê gotûbêj kiriye di civînê de du pisporên karûbarên Iraq û Herêma Kurdistanê Mamostayê Zanistên Siyasî Prof. Charles Tripp û Rêveberê Peymangeha Lêkolînên Îslamî û Erebî ya Zanîngeha Exeter Gareth Stansfield amade bûn.

Di wê beyannameyê de ku li ser malpera Parlamentoya Brîtanyayê hatiye belavkirin wiha tê gotin: ‘‘Di civîna duyem a parlamentoyê de wê pisporekî karûbarê enerjiyê yê Rojhilata Navîn John Roberts were vexwendin. Herwiha mijara serekî ya gotûbêjê dê pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de bin û plana herêmê ya xweseriya aborî bi rêya çavkaniyên enerjiyê.’‘

BasNews
Top