Piştî nêzîkî 2 salan şervanên opozîsyonê ji Humsê vedkişin
Ew prose li gor rêkeftina ku di navbera hikûmeta Sûriyê û şervanên opozîsyonê de hatiye îmzekirin, despêkiriye û biryar e di encam de nêzîkî 2 hezar kesên ku piraniya wan çekdar in ber bi navçeyên li bakurê Humsê vekişin.
Ebû el-Haris el-Xalidî ku yek ji nûnerên hêzên opozîsyonê bû di danûstandinan de ji AFP re ragihand ku grûpa yekem a ku ji taxên kevin derketiye ji hemwelatiyên sivîl, şervanên birîndar û yên ne birîndar pêk tê.
Îro serê sibehê çalakvanên opozîsyonê tekîd kirin ku çend pas derbasî taxên dorpêçkirî yên Humsê bûne ji bo ku kesên di nav dar rake.
Li taxên kevin ên Humsê nêzîkî 1200 şervanên opozîsyonê hene. Kesên ku ji wan taxan derdikevin wê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de biçin bajarokê el-Dar el-Kebîre û Tilbîsê yên di bin kontrola opozîsyonê de.
Piştî bidawîhatina proseya vekişandinê wê hêzên rejîmê têkevin taxên kevin ên Humsê.
Ew taxên ku rûberê wan 2 km çargoşe ye, ji hezîrana 2012an ve di bin dorpêça hêzên rejîmê de bûn.
Rûdaw
