Şirketên petrolê 15 milyon dolar bo koçberan xerc kirine
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, bi hezaran koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ku reviyane Herêma Kurdistanê alîkarî ji aliyê wan şirketan ve gihane wan û wiha tê gotin: “Bo piştrastbûna ji bikaranîna alîkariyên darayî bi baştirîn awa, şirketên berhemhêner û şirketên xizmetguzariyê jî alîkarî pêşkêşî rêxistinên nehikûmî kirine.”
Hevdem di sala borî de jî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî 10 milyon dolar wek alîkariyekê pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê kirine. Di wê demê de ev destpêşxeriya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê Komsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat piştgirîkirin.
Organîzatorê UNHCR li Herêma Kurdistanê, Emanuel Gignack got: “Em vê destpêşxeriya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bilind dinirxînin, ji ber ku ev yekem care ku sektora petrolê li Herêma Kurdistanê piştgiriya sedan hezar koçberên Sûriyê dike. Ev alîkarî gelekî girînge.”
Ew şirketên ku alîkarî pêşkêş kirine ev in: Total, Chevron, Wetstren Zagros, Gulf Kestun, Hess, Genel Enerjy, Kar Grûp, Taqe, Masason û Oil Search. Şirketên xizmetguzarî jî wek Ensign Energy Service, OAGSG, Genel Enerjy Andlo-Turk ku alîkarî pêşkêşî rêxistina navdewletî ya parastina zarokan (İnternational Save The Children) kirine.
Keyran King ji rêxistina “İnternational Save the Children” li Iraqê di wê demê de got: “Pêşeroja zarokên Sûriyê di metirsiyê de ye, ji ber ku ji xwendinê bêpar mane û paş hevalên xwe dikevin. Hevkariya van şirketan ligel me dike ku em xizmetguzariyên baştir pêşkêşî van zarokan bikin, di rêya peydakina cihê mayînê û navçeyên tendirûst da karibin tê de bilîzin û fêr bibin û rewşa wan ya derûnî jî baştir bibe.”
Bi rêya lîkariyên ko şirketa Chevron pêşkêş kirine, rêxistina navdewletî ya parastina zarokan karî cil û bergên zivistanê bo 8 hezar zarok peyda bike, cihê tendirsût ava bike û 3’ê cihê lîstikan jî li 3 kampên Hewlêrê ava bike.
Şirketa Hess jî alîkariyên darayî pêşkêşî rêxistina IRC kirin bo pêdana alîkariyê bo jinan, pîr û xortan di nav kampan de, herwiha bo avakirina dibistana navendî li nava Kampa Domîzê, ku mezintirîn kampa koçberan e û kel û pelên nav wê jî peyda kirin.
Şirkesta Gulf Kestun Petrolium jî biryar daye ku alîkariya darayî bo koçberên Rojavayê Kurdistanê kom bike, ligel berhemanîna her yek bermîl petrol ji Îlona sala 2013’an ve bo heyama yek salê, bo hevkarîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê di peydakirina alîkariyên mirovî de.
Ev destpêşxeriya petrol û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî ve di çarçoveya civînekê de ligel şirketên di warê petrolê da kar dikin, hatibû ragehandin.
Ji aliyê xwe ve şirketa “Ensign Energy Services” û rêxistina “Norwegian Refugee Council” cil û bergên zivistanîê bo 1 hezar jin peyda kirine. Di wê destpêşxeriyê de armancek hatiye diyarkirin bo peydakirina 50 milyon dolar ji aliyê şirketên di warê petrolê de kar dikin.
Ligel alîkariyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşkêşî koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dike, Aştî Hewramî ragiehand ku beramber her dolarekî ji aliyê şirketên petrolê ve, dê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek dolar pêşkêş bike. Heta niha 215 hezar koçberên Rojavayê Kurdistanê navê xwe li Herêma Kurdistanê nivîsîne.
BasNews
