• Saturday, 14 February 2026
logo

Dêrsim navê xwe nû dike

Dêrsim navê xwe nû dike
Li navenda bajarê Dêrsim navê 15 cade û kolanên ku bi navê fermandarê Tirk bûn û di komkujiya Dêrsimê ya sala 1937-1938’ê de destê wan hebû hatin guehrtin.

Ew 15 cîh bi navê wan kesan hatibû kirin ku di vemirandina şoreşa Dêrsimiyan û darvekirina Seyîd Riza Dêrsimî û heft hevalên wî de destê wan hebû.

Li gor malpera fermî ya şaredariya Dêrsimê, di civîna encûmena şaredariyê de biryara guhertina naveê wan deran hatiye wergirtin, piştre daxwaz ji bo waliyê Dêrsimê hatiye şandin.

Di malperê de wiha hatiye nivîsîn: ‘‘Di bin ronahiya biryara encûmena şaredariyê ji bo guhertina navê wan deran ku di vemirandina serhildana Dêrsimê û darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de xwedî rol bûn, walîtiya bajarê me biryara guhertina wan navan da.’’

BasNews
Top