• Saturday, 14 February 2026
logo

Tabloya ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ hat rakirin

Tabloya ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ hat rakirin
Hat ragihandin ku tabloya ku li ser nivîsandine ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ ya ku di deriyê ketina navçeya Pasûra Amedê de hatibû daleqandin, hat rakirin.

Ji bo rakirina tabloya li ser rêya Mûş-Amedê ya li Taxa Tûrgût Ozal bi alîkariya otombîlên agirvemirînê ew tablo hat rakirin.

Hevserokên Şaredariya Pasûrê Metîn Dînar û Sadiye Sûrer Baran daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku “wan li ser daxwazên gelê navçeyê ev tebloya nijadperest anîn xwar”.

Tabloya nijadperest ku dibêje ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ piştî cûnta leşkerî ya 1980an hatibû daleqandin.

Rûdaw
Top