Kampanya dijî Beşar Esed dest pê kir
Li dijî namzetbûna Beşar Esed, çalakvanên civaka sivîl û Mixalefeta Sûriyê kampanyayek dan destpêkirin. Di beyannameya wê kampanyayê de wiha tê gotin: ‘‘Kujerê zarokan israr dike ku ew mirovekî demokrasîxwaz e, herwiha wê bibe namzet û rê dide hevrikên din jî bo bibin namzet, di demekê de ku welat rojane bi ji erd û esman ve tê bombekirine û wêran dibe.’‘
Beyannameya çalakvanan wiha berdewam dike: ‘‘Li ber çavên cîhaneke pêşketî û di dest pêka sedsala pîst û yekan û pêşketina teknolojî û medyayê de mirovatî tê bin pê kirin, xwîna zarok, jin, pîr û kalan tê rijandin û hevwelatî derbider û koçberî welatan dibin.’‘
BasNews
