• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurê hevserokê şaredariya Sura Amedê li Rojava hat kuştin

Kurê hevserokê şaredariya Sura Amedê li Rojava hat kuştin
Kurê hevserokê şaredariya navçeya Surê ya Amedê bakûrê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji malbata Seyid Narîn ji Xendanê re ragihand ku, Elî Narîn yê 22 salî kurê hevserokê şaredariya Surê ya Amedê Seyid Narîn, li Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin.

Wê jêderê amade nebûye zanyariyên zêdetir libarê kuştina kurê hevserokê şaredariya Surê bide, lê belê ragihand ku duh kesûkarên wî ji kuştina kurê wan hatiye agahdar kirinê.

Li gor zanyariyên Xendanê, kurê Seyid Narîn li çiyayên Kurdistanê di nava rêzên (hêzên Parastina Gel HPG de) bûye, piştî destpêkirina şoreşê li Rojavayê Kurdistanê di wê şoreşê de beşdarî kiriye.

Hêşta nehatiye aşkira kirin ku kurê hevserokê şaredariya Surê çawa hatiye kuştin û termê wî di biçînin bakûrê Kurdistanê yan na wê li Rojavayê Kurdistanê wî binax bikin.

Xendan
Top