• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK li Mûsilê 10 kursiyan bidest dixe

PDK li Mûsilê 10 kursiyan bidest dixe
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Mûsilê ji rêjeya dengên ku hatine jimartin 106 hezar deng bi dest xistine, ku dike 7 kursiyên Parlamentoya İraqê, ew rêje jî bilind dibe û pêşbîniya kursiyekî din tê kirin. Herwiha herdu kursiyên kota yên Şebek û Mesîhiyan jî birine.

Di vê derbarê de Berpirsê Liqa Mûsilê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) İsmet Receb ji BasNewsê re diyar kir ku roseya hejmartina dengdan berdewame û encam ji bo PDK’ê erênî ne.

İsmet Receb wiha axifî: ‘‘Li gorî hejmara dengan heta neha PDK’ê 106 hezar deng bidest xistine ku dike 7 kursiyên Parlamentoya Iraqê û em çaverêya kursiyekî din dikin, ji ber dengên me ber bi zêdebûnê ve diçin û li piraniya cihan zêde bûne, herçiqas li çend cihan wek xwe maye û li hinek deveran jî kêm bûne.’‘ Receb got ku herdu kursiyên kota yên Şebek û Mesîhiyan jî birine.

BasNews
Top