Li navendeke veqetandina dengan li Hewlêrê agir pêket
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê bûyerê ragihand ku agir ji ber kontaka elektrîkê bû û di encam de bi tenê 10 deqeyan proseya veqetandina dengan rawestiya.
Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, ti ziyanên agir tine bûn û proseya veqetandina dengan car din destpêkir û rewş jî niha normal bûye.
Ji aliyê xwe ve rêveberê ofîsa komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed ji Rûdawê re got “Ti agirek li hola Aştî pêneketiye û rewş normal e û ew nûçeyên ku dibêjin agir pêketiye dûrî rastiyê ne”.
Rûdaw
