• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Tirkiye asankariyan bo firotina petrola Kurdistanê dike’

‘Tirkiye asankariyan bo firotina petrola Kurdistanê dike’
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê derbarê daxwiyaniya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de axifî û got: 'Ew petrola Iraqê ye û bêguman dê petrola xwe bifroşin. Tirkiye rê li ber vêna vedike û vî karî asan dike.'

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû ku ew ê di 2’ê gulanê de dest bi firotina petrolê bikin ku li Tirkiyê tê depokirin, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz jî derheqê vê daxuyaniyê de got:

'Tirkiye bi hemû binesazî û amadekariyên xwe li bendê ye û amade ye. Heta niha nêzîka milyonek û 800 hezar bermîl petrola Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) kom bûye. Îro sewqiyata petrolê bi destpêkirina wan mimkûn e. Ev petrola Iraqê ye û bêguman dê petrola xwe bifroşin.Tirkiye rê li ber vêna vedike û vî karî asan dike. Dahata-hatina ku dê ji firotinê bê jî nêzî 180-200 milyon dolar e. Ew jî bo ku li Bankeya Halkê razînin me li hev kiribû. Her çiqas digotin ev pere bila di hesabekî ku li Amerîkayê hatiye vekirin de bê razandin, ev mijar êdî wan jî çareser kiriye.'

BasNews
Top