• Saturday, 14 February 2026
logo

Roja cîhaniya Karkeran li Kurdistanê bi çalakiyên curbicur hate pîroz kirin

Roja cîhaniya Karkeran li Kurdistanê bi çalakiyên curbicur hate pîroz kirin

Kurdistanî jî weke gelên din yên cîhanê bi çalakiyên curbicur yekê Gulanê pîroz kirin.

Weke tê zanîn îro yekê Gulanê roja cîhaniya Karkeran bû û jiber vê çendê jî li piraniya welatên cîhanî Karker di qad û meydanan de bûn û meting û çalakiyên curbicur lidar xistin.

Li piraniya bajarên Kurdistanê de jî Karkerên Kurd bi çalakiyên curbicur ev roja han pîroz kirin û çendîn daxwazî jî pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê û aliyên têkeldar kirin.

Karkerkên Kurdistanê daxwaza ewlekariya kar, mûçeyeke baş, afirandina derfetên kar û jiyaneke bextewer û herwiha çalaktir bûna sendîkaya Karkeran û cîhbicîh kirina tevahiya zagon û yasayên taybet yên Karkeran û dabîn kirina mûçeya xanenişînê bo Karkeran kirin.
Top