Di encama teqîna bombeyekî li Beqûbeyê de 3 welatî bûne qurbanî
Li Beqûbeyê bombeyek hate teqandin û 3 welatî bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Beqûbeyê ragehandin ku di encama teqîna bombeyekî li Beqûbeyê de du welatî canê xwe ji dest dane û welatiyeke din jî birîndar bûye.
Ji aliyeke din ve jî Serokê civata Parêzgeha Babîlê Red Hemze Cebûrî ragehand ku di encama operasiyoneke artêşa Îraqê de herî kêm 10 çekdarên DIŞÎ hatine kuştin.
