Komîsyona serbixwe: Prosesa hilbijartinê serkeftî bû
Komîsyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê dibêje prosesa hilbijartinê proseseke serkeftî bû.
Piştî bi dawî hatina prosesa dengdanê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan a Îraqê di presskoferansekî de li Bexdayê ragehand ku prosesa hilbijartinê her çend rastî çend kêşe û arîşeyên biçûk jî hatibe lêbelê bi giştî proseseke serkeftî bûye.
Komîsyona serbixwe herwiha daxwaz ji tevahiya part û aliyên siyasî kir ku encamên hibijartinan qebûl bikin.
Serokê komîsyona serbixwe Serbest Mistefa eşkere kir ku prosesa hilbijartinên Parlementoya Îraqê û civata Parêzgehên Kurdistanê proseseke serkeftî bûye û dibe aliyên siyasî jî encamên hilbijartinan qebûl bikin.
Mistefa herwiha eşkere kir ku serkeftina prosesa dengdanê serkeftina rêbaza karta dîcîtal ya dengdanê îsbat kir.
Mistefa derbarê rêjeya beşdarî kirin di hilbijartinan de jî got: Rêjeya giştî ya beşdarî kirinê seda 60 bûye û ji sedî 70ê ev rêjeya han jî dengdan bi rêya kartên elektirîkî bûye.
