• Saturday, 14 February 2026
logo

Reuters: Şensê Malikî bo serkeftin di hilbijartinan de kême

Gulan Media April 30, 2014 Nûçe
Reuters: Şensê Malikî bo serkeftin di hilbijartinan de kême

Ajansa Reuters belav kir ku şensê serkeftina Serokwezîrê niha yê Iraqê, Nûrî Malikî, di hilbijartdinan de, ne geleke.

Ajansa Reuters ragihadniye ku eger lîsteya Nûrî Malikî di hilbijartinên 30 Nîsanê de jî biserkeve, ew nayê wê wateyê ku dê Malikî bo cara sêyem bibe serokwezîr.

Berpirsê ofîsa Reuters li Bexdayê, Ned Parker di raportekê de amaje bi wê yekê dike ku şansê Malikî bo wîlayeta sêyem kêm e, eger hevrikên wî gihiştin rêkeftinekê.

Di van hilbijartinan de, Iraq ji hemû demeke din bêtir nêzîkî nşerê taîfî di navbera Sûnne û Şîe de bûye û rewşa ewlekariyê jî li welat gelek xirab bûye, ev yek şensê Malikî bo serkeftin di hilbijartinan de û pêk anîna hikûmetê gelek kêm dike.

Ji aliyê xwe Nûrî Malikî, piştî ku dengê xwe li hotêla Reşîd li Bexdayê de, ragihand ku ew piştrast ji serkeftinê û çavlirêy encameke baş e.

Rûdaw
Top