• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de zêde ye

Gulan Media April 30, 2014 Nûçe
Rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de zêde ye
Di hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de, rêjeya dengdana hevwelatiyan bi awayekî berçav zêde bûye, evna jî wek nîşanekê ye ku xelk dixwaze nexşeya siyasî li Iraqê bê guhertin.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê, Wasiq Haşimî got: “Hilbijartinên vê carê cuda ne, ji ber ku pirsgirêk û hevrikiyên niha yên siyasî di dîroka Iraqê de bê wêne bûn. Terorîst bûne tehdît bo İraqê û naxwazin proseya demokrasiyê pêş bikeve, lê hevwelatî bi germî beşdarî proseya hilbijartinan bûn.”

Ligel destpêkirina proseya dengdanê li bajarokê Dubiz û gundên derdora wê herwiha li parêzgeha Kerkûkê çend bombe teqiyan û du leşkerên İraqê hatin kuştine hejmarek jî birîndar bûn.

Di hilbijartinên vê carê de zêdeyî 20 milyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin ku ji wan 2 hezar û 607 jin in. Li Herêma Kurdistanê jî, 2 milyon û 785 hezar û 223 kes mafên wan ê dengdanê heye bo her du hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê.

Li her 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, 713 namzed hene bo bidestxistina 100 kursî di encûmenên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê de. Li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin.

BasNews
Top