4 endamên PDK-Sê li ser sînorê Rojava hatin girtin
Çavkaniyekê ji nav serkirdatiya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “îro nîvro 4 endamên wan ku ji Başûr vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin”.
Çavkaniyê diyar kir ku serkirdatiya partiya wan niha hewl dide hevalên wan bên berdan, ji ber vê yekê jî nexwest navê wî bê aşkerekirin.
Çavkaniyê got ku 3 ji wan kesên hatine girtin keç in.
Piştî ku PDK-Sê kongreya xwe ya damezirandinê di 3,4 û 5ê nîsanê de li Hewlêrê li dar xist û endamên kongreyê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, hejmark ji wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin girtin û pişt re hatin berdan.
PDK-Sê di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku “asayişa PYDê nêzîkî 15 hevalên wan bi zorê ji Rojava vegerandin Başûrê Kurdistanê”.
ٌRûdaw
