Bahçelî: Êdî Tirkiyê di rêya partiyên kurd re hatî çemberkirin
Bahçelî di civîna partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyê de ragihand “Di rêya qanûna MÎTê re êdî danûstandinên hikûmetê bi PKKê û KCKê re digihine asteke rewa, ew jî tehdîdeke li ser yekîtiya Tirkiyê”.
Bahçelî herwiha got “Li Tirkiyê HDP, BDPê, PKKê û li Iraqê PDKê û duh jî PDKa Îranê serdana PKKê kir, yanî êdî Tirkiyê di rêya partiyên Kurd re tê çemberkirin”.
Serokê MHPê anî ziman ku “BDPê li parlamentoyê derbasî HDPê bû û li Kurdistanê jî dê navê xwe bike Partiya Kongrên Demokratîk û dê xweseriya xwe hêdî hêdî li pêş çavên her kesî pêkbînin, ji xwe ew gaveke ji bo perçekirina Tirkiyê ye”.
Devlet Bahçelî herwiha got “Gotina Kurdistanê mabû, ew jî serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dema ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat, bikar anî û niha jî êdî her kes dibêje Kurdistan, ev partiyên Kurd dixwazin Tirkiyê perçe bikin û Erdogan piştgiriya wan dike.
Rûdaw
