OPCW: Ji sedî 8’ê çekên kîmyayî di destê Sûriyê de mane
Li gor ajansa Reutersê, Sigrid Kaag aşkere kir ku heta niha Sûriyê ji sedî 92 ji cebilxaneya xwe ya kîmyayî radestî tîmên NY û OPCW kiriye. Kaag diyar kir ku ji dema destpêkirina veguhstina çekên kîmyayî yên Sûriyê û heta niha 18 bar hatine veguhetin û tenê ji sedî 8 maye û hêvî kir hikûmet Sûriyê zû wê rêjeya mayî ya çekên kîmyayî radest bike.
Li gor rêkeftina navbera Rûsya û Amerîka, ku rejîma Sûriyê ji derbeyeke leşkerî xilas kir, divê heta 30’ê Hezêranê cebilxaneya Sûriyê ya kîmyayê were jinav birin. Herwiha pêwîst bû duh, 27’ê Nîsanê, Sûriyê hemû çekên xwe yên kîmyayî radest bikira lê heta niha ji sedî 92 radest kiriye.
Proseya veguhstinê di rêya du keştiyên Norwecî û Denîmarkî tê encamdan, ew her du keştî li bendera Laziqiye ya Sûrî li ser Derya Spî çekên kîmyayî bo bendera Gioia Tauro vediguhezin daku ji wê derê bo keştiyeke ser bi hêzên deryayî yên Amerîkayê bên veguhestin û jinav birin.
BasNews
