• Saturday, 14 February 2026
logo

Esed bû namzetê postê serokomariya Sûriyê

Gulan Media April 28, 2014 Nûçe
Esed bû namzetê postê serokomariya Sûriyê
Serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed careke din ji bo postê serokomariyê bû namzet. Civaka navdewletî jî naxwaze hilbijartin were kirin.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê, Serokê Parlamentoya Sûriyê, Mihemed Cîhad Leham got: “Nameyek ji dadgeha destûrî gehişte me û tê de Beşar Esed ku sala 1965’ê li Şamê ji dayîk bûye, îro (28.04.2014) daxwaz kiriye ku xwe ji bo hilbijartinên serokomariya Sûriyê bike namzet.”

Ajansa SANA’yê li ser zarê Esed ragehand ku ew dixwaze xwe bike namzet û “Hêvî dike parlamento piştgiriya wî bike.”

Birayre roja 3’ê Hezîranê hilbijartinên serokomariyê li Sûriyê birêve biçin, di demekê de ku civaka navdewletî û di destpêka wan de Amerîka, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa hişyarî ji encamdana van hilbijartinan dan e û dibêjin ew hilbijartin tê wateya şikestina hemû hewlên siyasî.

BasNews
Top