Naveroka rêkeftina PDK û Yekgirtû bo pêkanîna hikûmetê
Îro, 28.04.2014, Şanda danûstandinan a PDK bi serokatiya Fadil Mîranî gihiştina polîtburoya Yekgirtû li bajarê Hewlêr, biştî civîna her du aliyn rêkeftina pêk anîna hikûmetê hat îmze kirin û kongreyekî rojnamevanî pêkanîn.
Di kongreyî rojnamevanî de Fadil Mîranî ji rojamenvana re ragihand ku her du aliyan rêkrftina pêkanîna hikûmetê îmze kirin û got: “Me hev qebûl kir û pêwîste sûda me jî bo hev hebe.”
Hevdem serokê şanda Yekgirtû, Mewlûd Bawemerd got: “Em gihiştin biryara dawî bi heqbeşê xwe bo beşdarîkirin di huikûmetê de.”
Li gor rêkeftina ligel PDK, dê Yekgirtû di hikûmeta bê de van postan werbigire: “Wezrareta Elektrîk, Wezareta Karûbarên Civakî, Rêxerên têkiliyên parlamento û hiûmetê, berpirsê desteya navçeyên Kurdistanî yê derveyî Herêma Kurdistanê û fermangeha rêxistinên ne hikûmî.
Herwiha serokê şanda danûstandinan a PDK ragihand ku tevî van postan, dê Yekgirtû di dezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bibe.
Rûdaw
