• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Malikî da

Gulan Media April 27, 2014 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Malikî da
Serokatiya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de bi tundî bersiva daxuyanî û îdiayên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser rewşa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê her wiha siyaseta Bexdayê li hember Hewlêrê da.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de ku li ser malpera fermî ya wê saziyê hatiye belavkirin, ragihand, daxuyaniyên vê dawiyê yên Serokwezîrê Iraqê li ser mafên gelê kurd, federalîzim û destûr û piroseya siyasî metirsî dar in, ji ber ku di demekî de Malikî van tiştan dibêje ku qeyrana siyasî li Iraqêi kûrtir bûye, asayiş di xirabtirîn rewş de ye.

Beşek ji daxuyaniya Dr. Omêd Sebah wiha ye:

“Tenê gelê kurd dikare li ser mafê diyarkirina çarenivîsa xwe qise bike, ev maf mafekî sirûştî ye û ti hêzek nikare pêşiya vê bigire,

Bexdayê bi siyaseta xwe yekperçebûna Iraqê xistiye metirsiyê û wateya dewletbûna Iraqê nemaye, ji ber wê jî mafê kurd e ku pêwendiyên xwe bi Bexdayê re li ber çavan re derbas bike û gavên pêwîst bavêje:

*Malikî ji bîr kiriye ku bi xêra rêkeftina Hewlêrê bû ku du caran bûye serokwezîr,

*Malikî dixwaze xwe ser hemû pêkhateyan re bibîne û Iraqê bi pîvanên mezhebî perçe bike û dibêje, eger kurd destûrê binpê bike ezê li dijî wan rawestim, her wiha li dijî şîe û sunn jî derkevim eger destûrê binpê bikin. Malikî di vir de rolên serokomar, parlamento û dadgeha federal piştguh dixe û tenê xwe dibîne. Tenê rola serokwezîr cîbicîkirin e nek çavdêriya destûrê. Ev gotina malikî ya ku dibêje, ez îro bi kurdan re me lê sibê eger kurd destûrê binpê bikin dê li dijî wan bim. Malikî li dijî kurd hêz şand Zûmarê, Kerkûkê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê wek nakokiyên netewî nirxand û mûçeyên welatiyên Kurdistanê qut kir. Ev karên malikî di demekî de ku bi kurdan re ye lê eger li dijî kurdan be dê çi bike?

*Malikî dibêje, kurd nikarin ji Iraqê veqetin ji ber ku nakok in û ev 6 meh in nekarîne hikûmeta xwe pêk bînin. Em jî dibêjin, hebûna nêrînên cuda tiştekî normal e û ev jî alfabeya demokrasiyê ye lê zirara herî mezin hebûna zihniyeta dîktatorî û antîdemokratîk a hikûmetên Iraqê bûye. Bila malikî bizanibe ti aliyekî kurd hazir nîne bi wî re bikeve nav hevpeymaniyê.

*Hikûmeta niha ya Iraqê yek ji xirabtirîn hikûmetên Iraqê ye ji ber malikî li hember têkçûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna gefên terorîzmê li dijî welêt, gendeliyê, lawazbûna pêwendiyên dîplomatîk, zêdebûna koçberiyê, nebûna xizmetguzariyê û hebûna fitne û aloziyê di navbera pêkhateyan de berpirs e. Iraq roj bi roj ji dewletbûnê dûr dikeve.

*Rewşa mafên mirov û azadiya tak û jinan gellekî xirabtir bûye, girtina bêsebeb a welatiyan û xemsariya hikûmetê li hember kuştin û revandina mirovên bêguneh hemû di stûyê hikûmetê de ne.

*Hikûmeta Maliî bi dehan caran destûra Iraqê binpê kiriye ku cîbicînekirina madeya 140 a destûrê berçavtirîn binpêkirin e.

Rûdaw
Top