Nêçîrvan Barzanî: Emê bixwe mûçeyên karmendan dabîn bikin
Duhî danê êvarê, PDKê li bajarê Dihokê mîtîngek bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê li dar xist.
Di mîtîngê de alîkarê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, PDK deyindarê devera Behdîanê ye ji ber ku eger xebata wê deverê neba PDK car din nekarî rabe ser xwe û ji alîgir û endamên PDKê xwest, dengên xwe bidin namzedên PDKê.
Nêçîrvan Barzanî, behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, Bexda dixwaze bi bikaraîna bûdce û mûçe gelê Kurdistanê teslîm bigire lê ew ti carî teslîm nabin û diyar kir, Kurdistan dê ber bi serxwebûna aborî ve gav bavêje her wiha di nav çend salên bê de dê derbasî qonaxeke nû bibe.
Serokwezîr Barzanî, anî ziman, hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle qûtê gel ji nav biçe û dê mûçeyên karmendan dabîn bike.
Barzanî destnîşan kir ku heta niha mafên destûrî yên kurdên Iraqê nehatine cîbicîkirin û heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di warê petrol û gazê de çi kiribe di çarçoveya destûra Iraqê de kiriye.
Rûdaw
