Helîkopterên Êraqê karwanekî DAIŞ li Sûriyê bombebaran kirin
Berdevkê wezaretê emîd Se`d Mein da zanîn ku ew tankêrên hatine bombebaran kirin dixwastin nefta rêxistina Dewleta îslamî li Êraq û Şam DAIŞ li parêzgeha Enbarê veguhezîne.
Se`d Mein diyar kir ku helîkopteran îro yekşeme 27/4/2014 danê sebehê li geliyê Sewab a ser bi bajarê Bokemalê li rojhilata Sûriyê dema dixwestin derbasî Êraqê bibin bombebaran kirine.
PUKmedia/Ajans
