Li navçeya Licê 2 leşkerên Tirkiyê hatin revandin
Li gor medyaya Tirkiyê, “kesên rê girtibûn di destê wan de çek hebû û li ser rêya Amedê û Çewlikê deverên ser bi navçeya Licê ve xalên kontrolê danîbûn”.
Herwiha di medyayê de hatiye gotin ku “çekdarên rê girtine, otombîlên diçûn û dihatin teftîş dikirin û di encama wan teftîşan de 2 leşkerên Artêşa Tirkiyê girtin û bi xwe re birin”.
Berdevkê Artêşa Tirkiyê li Amedê ragihand ku “ji bo vegerandina wan her du leşkeran, Artêşa Tirkiyê ketiye nav tevgeran”.
Malperên ser bi PKKê ve jî ragihandin ku “ew rê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû girtin û ew her du leşkerên artêşê di encama pevçûna leşkerên Tirkiyê û xwepêşandanan de hatine girtin û ne li ser rê”.
Li gor wan malperan, xelkê Licê gotine ku heta karê çêkirina qereqolan neyê rawestandin ewê her du leşkeran serbest bernedin.
Rûdaw
