• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Qamoşlo hêzên asayişa PYD û rejîma Sûriyê li hev dan

Gulan Media April 26, 2014 Nûçe
Li Qamoşlo hêzên asayişa PYD û rejîma Sûriyê li hev dan
Li bajarê Qamilo yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Asayiaşa PYD û hêzên ewlekarî yên rejîma Sûriyê de çêbû û di encam de du kes birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji cihê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: “Derdora dejimêr 19:30 bi dema Qamişlo, li navenda bajêr şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û otombîleke asayişa dewletê (Emin Dewle) a rejîmê de derket.”

Çavkaniyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, got: “Dema ku otombîleke hêzên asayişa dewletê di ber xaleke asayişê re li cem filkeya Sonî li navenda bazara Qamişlo derbas bû û ranewesta, lewma yek ji endamên asayişê gulle berda otombîlê û piştre otombîle ewlekariya rejîmê jî rawesta û bi gulleyan bersiv da.”

Li gor agahiyên çavkaniyê, şerê di navbera her du aliyan de nêzîkî 15 deqîqan domand û di encam de endamekî asayişê û yek ji hêzên ewlekariya dewletê birîndar ketin.

Herwih ji encama şer piraniya dikanên bazara Qamişlo yên nêzîkî cihê bûyerê hatin girtin.

Rûdaw
Top