“Yekîtiya Ragihandina Azad” derkirina rojnamevanan şermezar dike
Yekîtiya Ragihandina Azad ku li Rojavayê Kurdistanê xwe wek nûner û parêzerê rojnamevanan dide naskirin, daxuyaniyek derbarê wan her du rojnamevanên Kurd belav kir ku di 18ê nîsanê de ji aliyê grûpeke çekdarî ve hatibûn revandin û piştî nêzîkî 9 saetan ew avêtin ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji Rojava derkirin û gefa kuştinê li wan xwarin eger vegerin Rojava.
Di daxuyaniya wê yekîtiyê de hatiye gotin ku “piştî bûyerê bi rojekê nûçeya revandin û derkirina her du rojnamevana gihişte wan, lê wan lêkolîn kir û nikarîn bigihin ti delîl û şahidekî li ser wê bûyerê”.
Pêşewa Behewlî derbarê bûyera revandinê de ji Rûdawê re gotibû ku “ew ji aliyê grûpeke çekdarî ku ji 6 çekdan pêk dihat û xwe wek Saziya Malbatên Şehîdên YPGê dane naskirin ve hatine revandin û derkirin”.
Derbarê vê yekê de, Yekîtiya Ragihandina Azad got ku “wan serdana Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo kiriye û di serdanê de wê saziyê tekîd kiriye ku ti zaniyarên wê li ser bûyerê tine ne û ti têkiliya wê jî bi bûyera revandin û derkirina her du rojnamevanan ve nîne”.
Ji ber ku niha hêzên YPGê û asayişê ku her du jî wek hêzên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tên naskirin, piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin, lewra Yekîtiya Ragihandina Azad di daxuyaniya xwe de dibêje ku wan serdana hêzên asayişê li Qamişlo kirine, lê wan jî gotine ku ew li ser bûyerê lêkolînê dikin û hîn negihiştine ti encamekê.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku berpirsên yekîtiyê serdana hêzên YPGê jî kirine û “wan jî tekîd kirine ku ti zaniyariyên wan li ser bûyerê tine ne”.
Yekîtiya Ragihandina Azad di dawiya daxuyaniya xwe de, revandin û derkirina her du rojnamevanên Kurd Pêşewa Behlewî û Rodî Îbrahîm ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ji hêzên asayişê li Rojava xwest ku hemû rojnamevanên ku bi awayekî fermî kar dikin, biparêze.
Tora Medyayî ya Rûdawê di 21ê nîsanê de daxuyaniyek derbarê vê bûyerê de belav kiribû û tê de ragihand ku wê çar rojan ji aliyê saziyên PYD ve derbarê nasnameya wê grûpa ku li dijî wî hevkarê wan ew kiryarên êrişkarane û binpêkariyane kiriye, lêkolîn kiriye lê saziyên PYDê bêagahiya xwe ji vê yekê nîşan didin.
Herwiha ragihad ku Pêşewa Behlwî wê vegere mala xwe li bajarê Qamişlo û li ser karê xwe wek karmendê Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam bibe û got ku berpirsên Kantona Cizîrê û PYPê berpirsê parastina canê Pêşewa Behlewî ne.
Rûdaw
