Hêzên Operasyonên Dîcle derbasî Kerkûkê bûn
Hatina wan hêzan jî piştî wê yek hat ku Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di hefteya borî de ligel fermanderên Operasyonên Dîcle civiya û razîbûna xwe li ser hatina wan hêzan bo nav Kerkûkê pêşan da.
Hêzên Operasyonên Dîcle jî niha de li Kerkûkê bingehên dengdanê diparêzin û li wî bajarî bi cîh bûne. Li gor malpera Kerkûk Now, heta niha çendîn bingehên dengdanê li Kerkûkê radestî wan hêzan hatine kirin.
Di vê derbarê de berpirsê Liqa 3 ya PDK’ê Necat Hesen ji BasNewsê re got: “Mixabin tu agehdariya me ji vê nûçeyê nine.”
Heta niha nediyare ku piştî hilbijartinan dê ew hêz li Kerkûk û dedora wê bimînin yan na, lê berî niha Ereb û Turkmenên Kerkûkê ragehandibûn ku polîsên Kerkûkê dikarin bingehên dengdanê kontrol bikin. BasNewsê xwest nêrîna asayişa Kerkûkê li ser vê pirsê bizane, lê têkilî bi wan re nehat pêkanîn.
BasNews
