Li Bexdayê teqîn: 25 kuştî
Duhî danê êvarê li bajarê Bexdayê, mîtînga hilbijartinê ya partiya Eshabê Ehlê Heq rastî êrişeke teqînê hat.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 25 kes hatin kuştin û gellek kes jî birîndar bûn.
Ev êriş di demekî de ye ku tenê 5 roj ji hilbijartinên Parlamentoya Iraqê re maye.
Rûdaw
