Roja civîna Parlamentoya Kurdistanê eşkere bû
Di çarçoveya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de û li gorî agahiyên Rûdawê, Parlamentoya Kurdistanê dê roja 27ê Nîsana îsal bicive.
Parlamentoya Kurdistanê di demekî de dicive ku heta niha YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê eşkere nekirine ka dê beşdarî hikûmeta nû bibin yan na.
Endamê Polîtburoya Yekgirtû Ebûbekir Heledenî, li ser civîna parlamentoyê ji Rûdawê re got, emê beşdarî civîna parlamentoyê bibin ji ber ku me gellek hewl dane da ku desteya serokatiya parlamentoyê were hilbijartin.
Heledenî anî ziman, Yekgirtû pêkanîna hikûmet û civîna parlamentoyê ji hev cuda dibîne ji ber ku hilbijartina serokatiya parlamentoyê ji pêkanîna hikûmetê hêsantir e.
Parlamenterê YNKê Goran Azad jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, em li dijî civîna parlamentoyê nînin, dema parlamento civiya emê jî beşdar bibin, her çiqas heta miha em bo civînê nehatibûn vexwendin jî.
Goran Azad anî ziman, eger di civîna parlamentoyê de mebest şikandina YNKê be wê çaxê YNK dê “bi sûrprîzekê” bersiv bide û wiha got: “Ez tiştekî li ser sûrprîza YNKê nabêjim, dema roja wê hat emê eşkere bikin.”
Parlamentoya Kurdistanê, yekemîn civîna xwe ya piştî hilbijartinan roja 6ê Mijdara 2013an li dar xistibû lê ji ber pêknehatina hikûmetê civîn bêencam mabû.
Zêdetirî 7 mehan e hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatiye kirin lê heta niha hikûmeta nû pêk nehatiye.
Heta niha PDK, Tevgera Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirine lê YNK û Yekgirtûya Îslamî ji pişka xwe di kabîneya heştem de razî nînin.
Rûdaw
