• Saturday, 14 February 2026
logo

Ezîz Weysî: Ya ko Malikî nekarî bike dixwaze bi destê PKK-ê bike

Gulan Media April 25, 2014 Nûçe
Ezîz Weysî: Ya ko Malikî nekarî bike dixwaze bi destê PKK-ê bike
Qumandarê hêzên pêşmergeyên Zêrevaniyê general Ezîz Weysî di hevpeyvînekê de behsa meseleya kolandina xendekan li ser tixûbê başûr û rojavayê Kurdistanê kir û got hinek hêz dixwazin bi destê PKK-ê aramiya başûrê Kurdistanê têkbidin û got ya ko Malikî nekarî bike dixwaze bi destê PKK-ê bike.

***

Pirs: — Pirsa xendekolandinê ev demek e ko di rojevê de ye. Çi taybetmendiya wê devera xeta sînorê rojava heye?

Ezîz Weysî: — Ew bixwe ne herêmek e. Dirêjiya sînorê di navbera başûr û rojava de 25 km ye, xendek bi tenê li seranserê 17 kîlometreyan têne kolandin. Ango, ne rast e dema dibêjin li seranserê sînor xendek tê kolandin. Jixwe hinek kes dirêjiya sînor digihînin 600 kîlometreyan ko ew jî dûrî aqilan e.

Ew devera behsa wê tê kirin, yek ji deverên herî bi pirsgirêk yê sînorê me ye. Sala derbasbûyî hindik mabû ko em li wir bi ordiya Iraqê re şer bikin. Birêvebiriya Malikî ji bo ko têkiliya di navbera başûr û rojava de bibire hêzên Dicleyê yên operasyonan li wir kom kiribûn. Pêşmergeyên me xweragiriyek baş nîşan dan û ordiya Iraqê neçarî paşvekişanê kirin. Wisa diyar e, tişta ko Malikî nekarî bi destê ordiyê bike dixwaze bi derxistina provokasyonekê bi destê PKK-ê bike.

Ev meseleya xendekan jî hema yekser piştî hevdîtina PKK-ê û Malikî kete rojevê, ji ber vê yekê gelek gumanan li cem me peyda dike.

Ew devera ko xendek lê têne kolandin bûye riya çûnûhatina qaçaxçiyan, hemû hêzên ko nayêne kontrol kirin û ne yasayî ne wê xeta sînor bi kar tînin. Ne bi tenê qaçaxçî, em dizanin ko endamên El-qaîdê yên ko par li Hewlêrê teqîn kirin jî ew rê bi kar anîne û kurdên rojavayî yên ko tevlî çeteyên îslamî dibin jî di wê riyê re diçin û tên.

Di aliyê stratejîk de jî ew sêgoşe ji bo kurdan gelekî girîng e. Em dizanin rejîma Be‘sê ya Sûriyê di bin navê "kembera erebî" de gelek eşîrên ereb li wir bi cîh kirine. Li aliyê başûr jî gelek bîrên petrolê hene. Li ser wê devera ko par hindik mabû em lê tûşî şer bibin, hesab û lîskên gelek hêz û dewletan hene û ew dixwazin niha bi çêkirina provokasyoneke bi destê PKK-ê aramiya başûrê Kurdistanê têkbidin. Vê yekê jî di dema hilbijartinan de dikin û dixwazin tovên dijminatiyê di nava kurdan de biçînin.

Bi kurtayî, ji bo pêkanîna ewlekariya herdu aliyên sînor û têkbirina planên wan hêzên ko li pey provokasyonan digerin, divê kontrola wê deverê were kirin.

Pirs: — Qesta we ji kontrolkirinê çi ye? Ji ber ko em dizanin li ser bikaranîna deriyê sînor yê Sêmalka jî gelek spekulasyon hatin kirin.

Ezîz Weysî: — Binerin, em bixwe jî li vir gelek caran bûne qurbaniyên enfalan. Helepçe çêbû, me jî di wan demên tengav de xwe li perçeyên din yên Kurdistanê girt.

Em dizanin ka şer çi aniye serê xelkê rojava. Kurdistan ya me teva ye û bêguman emê hembêza xwe ji hev re vekin.

Lê belê weke ko cenabê serok Barzanî jî dibêje, divê tu perçeyên Kurdistanê neyên vala kirin. Li wir şerek heye û bi rastî jî hinek ji xelkê rasterast dikeve ber bandora şer û jiyana wan dikeve metirsiyê.

Xwedîderketina li wan, erk û barê ser milê me ye. Lê belê, xalîkirina deverên aram ne tiştekî rast e. Divê em zanibin kî ji wir tê. Tu pêwendiya kolandina xendekan ya li seranserê 17 kîlometreyên sînor bi vê yekê re nîne. Jixwe deriyên sînor yên fermî li aliyê me vekirî ne. Li ser vê deverê hesap têne kirin, hinek hêz û dewletên ko dixwazin deverê têkbidin hene. Ewlekariya xelkê me yê ko li vir dijîn jî erkê me ye. Dema ko hikûmeta me gavekê davêje, van xalan tevan dibîne û davêje.

Pirs: — Pirsa xendekan, li bakurê Kurdistanê ji aliyê PKK û PYD-ê ve weke pirsgirêkeke mezin tê nîşan dan. Weke nimûne, li gelek zîndanan girtî ketine greva birçîbûnê. Tu li ser kampanyayeke bi vî awahî çi dibêjî? Armanca wan çi ye?

Ezîz Weysî: — Berî her tiştî divê em meselê baş bi nav bikin; pirsgirêkeke bi navê "pirsgirêka xendekan" nîne. Ev yek pirsa ewlekariya Kurdistanê ye.

Hinek hêz dixwazin vê pirsê li gora nêrîna xwe ya li berjewendiyên Kurdistanê berovajî bikin û wisa bidin xuya kirin. Cihê mixabiniyê ye ko dixwazin vê yekê jixwe re bikin fersendek.

PKK bixwe dikare tevlî lîskên dewletan bibe, lê ne rast e ko hewl bide me jî bikşîne nava van lîskan. Ew dibêjin "tirk li ser sînorê Nisêbînê û rojava dîwaran lê dikin, PDK jî xendekan dikole û dixwazin me di rojava de bifetisînin", em vê yekê dizanin. Ev iddîayeke bêbingeh e.

Armanca me ji kolandina xendekan bi tenê ew e ko em ewlekariya herdu aliyên sînor biparêzin. Em li derdora Hewlerê jî xendekan dikolin. Li temamê hawîrdora bajêr. Parastina cografyayên bi vî rengî tenê bi vê rêkê dibe, yan ne mirov nikare rê li ber çûnûhatina neyasayî bigire. Ez vê jî bibêjim, yekî ko hinekî ji taktîk û stratejiya eskerî fêm bike wê bizanibe ko xendek ne bi armanca êrîşkirinê têne kolandin. Xendek bi armanca parastinê têne kolandin.

Em sala borî li wê sêgoşeyê ketin beramberî ordiya Iraqê. Tiştekî dî jî balkêş û cihê gumanê ye ji bo me, ew jî ew e ko piştî hevdîtina PKK-ê û Malikî ev pirs kete rojevê û hate mezin kirin, lê di rastiyê de ji zû ve dest bi kolandina xendekan bûye. Ev yek dihêle em li ser meseleyê kûrtir bifikirin.

Em rast nabînin ko PKK bi têkvedana birêvebiriya Malikî û rejîma Be‘sê ya Sûriyê provokasyonan bike û xendekan jî bike hêcet. Divê PKK nekeve nava van lîskan.

Di dema hilbijartinan de hewldanên bitenêkirin û lawazkirina PDK-ê ne di berjewendiya kurdan de ye. Herwiha ne rast e ko PKK pirsgirêkên xwe yên navxweyî, bi rêka çêkirina rojevên bêbingeh weke pirsa xendekan veşêre û hewl bide kurdan berde hev. PDK partiyeke xwedanezmûn e û nabe beşek ji van lîskan û divê bê zanîn ko ew nahêle hewldanên wiha bi ser jî bikevin.

Pirs: — Li ser vê mijarê ti peyameke te ya taybet heye?

Ezîz Weysî: — Berî her tiştî ez dixwazim dubare bikim ko xendekên me bi ti awayî ne li dijî rojavayê Kurdistanê yan jî PYD-ê ne. Armanca tenê pêkanîna ewlekariya xelkê me yê li herdu aliyên sînor e. Hikûmeta herêma Kurdistanê, dema ko gavekê diavêje, çi di aliyê siyasî de be çi jî di aliyê eskerî de, her demê berjewendiya temamê Kurdistanê dide ber çavên xwe.

Em hez dikin ko dilê xelkê me di vî warî de rehet be û ew nebin destikên lîskên van hêzan. Hebûna me, ewlekariya hemî Kurdistanê ye. Divê em îdeolojiyan bidin aliyekî û biratiya miletê kurd biparêzin. Derveyî vê riyê ti rêyên dî me nagihînin rizgariyê. Divê xelkê me ji vê pencereyê ve li bûyeran binêre.

Nefel
Top