• Saturday, 14 February 2026
logo

Asayîşa PYD rojnamevanekî din jî girt

Gulan Media April 25, 2014 Nûçe
Asayîşa PYD rojnamevanekî din jî girt
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Mehmûd Beşar ji aliyê hêzên asayişa PYDê li Dirbêsiyê hat girtin. Malbata wî jî ragihand, asayişê ji wan re gotiye, dê piştî lêpirsînê wî berdin.

Duh bi şev rojnamevan û peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Mihemed Mehmûd Beşar li bajarê Dirbêsiyê ji aliyê asayişa wî bajarî ve hat girtin.

Derheqê girtina Mihemed Beşar de, malbata wî ji Rûdawê re ragihand ku duh Asayişa Dirbêsiyê ew girtin û piştî ku serdana wan kirin, cara ewil înkar kirin ku Beşar li ba wan be lê cara duyem ji wan re gotin, dê lêkolînê pê re bikin û paşê wî berdin.

Li gorî agahiyên malbatê Beşar, dostekî Beşar jî ku ji Tirkiyê hatibû ba wî ji aliyê hêzên Asayişa Dirbêsiyê ve hatiye girtin.

Di sala 2004an bi hêceta ku beşdarî serhildana Qamişlo bûye, ji Zanîngeha Şam hatibû avêtin, lewma neçar ma berê xwe bide Herêma Kurdistanê û li zanîngeha Silêmaniyê hat wergirtin.

Mihemed Beşar piştî kirîza Sûriyê vegeriya bajarê xwe, Dirbêsiyê, û li wir dest bi xebata xwe ya rojnamegeriyê kir û ev zêdetirî 9 meh in wek peyamnêrê Rûdawê li bajarê Dirbêsiyê kar dike.

Avestakurd/Rûdaw
Top