• Saturday, 14 February 2026
logo

Biro: Yasaya partiyan li Rojavayê Kurdistanê karê rejîmê ye

Gulan Media April 25, 2014 Nûçe
Biro: Yasaya partiyan li Rojavayê Kurdistanê karê rejîmê ye
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, Îbrahîm Biro ragehand ku yasya partyên siyasî ya ku rêveberiyên PYD’ê li Rojavayê Kurdistanê derxistine “berhema rejîma Sûriyê û nerewa ye.”

Berî çed rojan yasaya partiyên siyasî ji aliyê Encûmenên yasadanînê yên Kantonên Efrîn, Kobanî û Cezîrê ve hat pejirandin û belavkirin û vê yasa bû sedema nerîn û nirxandinên cuda.

Derheqa mijarê de Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro got: “Tiştê ku berî niha rejîma Sûriyê û Partiya Baasê nikarî li ser gelê Kurd li Rojavayê Kurdisan ferz bike, niha bi rêyên din li ser gel tên ferz kirin bêyî destêwerdana rasterast ji aliyê rejmê ve.”

Biro tekez kir ku ew dê li dijî vê yasayê rawestin û wiha axifî: “Wek çawa em berê li beramberî rejîmê rawestiyan, em ê niha jî bi hemû awayên aştiyane li beramber van hewldanan rawestin, bi baweriya me ew yasa ne bi îradeya EGRK û PYD’ê hatiye derxistin lê karê rejîmê ye û ne di xizmeta gelê Kurd de ye.”

Derbarê rêveberiya PYD’ê ya ku van yasayan dipejirîne de jî Biro go: “Ew rêveberî nerewa ne û tu têkiliya partiyên ENKS bi wan re nine û ew rêveberî ne di berjewendiya gel de ne, ji ber ku ew bi hinek kar radibe zerarê dighîne berjewendiyên gel, wek pesendkirina ysaya partiyan”

Li ser saziyên sivîl jî yên ku niha li Rojavayê Kurdistanên hene, Biro bi gûman nêzîkê vê mijarê bû û axaftina xwe wiha qedand: “Ew zaziyên ku niha hene tu lêvegera siyasî bo wan nîne û ne PYD û ne jî TEV-DEM li pişt wan in, lê rejîm li pişt wan saziyan e. Dibe ku niha berjewendiya PYD û TEV-DEM’ê bi rejîmê re hebe, lê wê rojek bê û ew bibin dijminê hev, rejîm wan bo siyaset û planên xwe bikar tîne.”

BasNews
Top