• Saturday, 14 February 2026
logo

Îbrahîmî dest ji erka xwe li Sûriyê berdide

Gulan Media April 25, 2014 Nûçe
Îbrahîmî dest ji erka xwe li Sûriyê berdide
Dîplomatekî ewropî aşkere kir ku Exzer Îbrahîmî wek şandeyê navdewletî û erebî li Sûriyê, dest ji erka xwe berda.

Televizyona Skynews a erebî li ser zarê dîplomatekî ewropî veguhestiye ku Îbrahîmî dest ji erka xwe li Sûriyê berdaye.

Dîpolmatê ku navê wî nehatiye aşkerekirin, got ku Îbrahîmî hîn dest ji kar berdana xwe bi fermî ranegihandiye.

Îbrahîmî ku di tebaxa sala 2012an de li şûna Kofi Annan, navebynkariya di krîza Sûriyê de wergirt, di meha adarê ya borî de hişyarî dabû ku eger hilbijartinên serokatiyê li Sûriyê bên kirin wê ziyan bigihe pêvajoya siyasî.

Biryar e hilbijartinên serokatiya Sûriyê di 3yê hezîranê de bên kirin. Welatên rojava û Neteweyên Yekbûyî derbarê vê yekê de hişyarî dane hikûmeta Sûriyê ku ew hilbijartin wê hewlên dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza ku ev 4 sal in li Sûriyê didome, ji nav bibe.

Lê wezareta derve ya Sûriyê ew daxuyanî rexne kirin û got ku hilbijartin biryareke serweriye û mafê ti welat û aliyekî li derve tine ye ku biryarên serwerî yên Sûriyê rexne bike.

Heta niha 2 gerên danûstandina di meha çile û sibatê de navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê bi navbeynkariya Exzer Îbrahîmî pêk hatine. Lê belê ew danûstandin rawestiyan.

Rawestandina danûstandinên Cenêvê jî ji ber wê yekê ye ku opozîsyon israr dike pêvajoyeke intîqalî li Sûriyê destpêbike û tê de desteyek desthilatê werbigire û cihê serokê Sûriyê Beşar Esed nebe, lê belê rejîma Sûriyê vê yekê red dike û qebûl nake çarenivîsa Esed bê behskirin.

Rûdaw
Top